Fotograf: Rûdaw
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihandiye, ku li navçeyên di jêr desthilatdariya rêveberiya wan de 4 kesên din bi nexweşiya Covid-19ê ketine.
Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye, ew her 4 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine, li Herêma Şehbayê ne.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Ciwan Mistefayî diyar kiriye, 2 kes li bajarokê Til Rifetê, kesek li Kefer Naya û kesek jî li gundê Ehres bi Covid-19ê ketine.
Bi gotina Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, ji tûşbûyan kesek zilam û 3 kes jî jin in.
Heta niha 54 kes bi nexweşiyê ketine
Duh Çarşemê jî 20 haletên nû yên pêketina bi COVID-19 li navçeyên di jêr desthilatdariya Rêveberiya Xweser a a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibûn tomarkirin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser duh gotibû, ku ji wan 20 kesan 16 kes li Herêma Cizîrê, 2 kes li Dêrezorê û 2 kes jî li Herêma Şehbayê li bakurê Helebê bi Koronayê ketine.
Bi 4 kesên îro re hejmara kesên ku heta niha li navçeyên di jêr desthilatdariya Rêveberiya Xweser a a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronayê ketine, gihîşt 54 kesan.
Rêveberiya Xweser rêkarên xweparêziyê tundtir kirine û bo dema 15 rojan qedexeya çûn û hatinê li Herêma Cizîrê ragihandibû. Rêveberiya Xweser herwiha çûn û hatina li deriyên sînorî jî daye rawestandin.
Her ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên COVID-19 li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji Ewropayê ve 5 taqîgehên PCR ên taybet bi pişkinîn û destnîşankirina Koronayê wek alîkarî bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa di vê bareyê de gotiye, “ew taqîgeh wek alîkarî ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatine şandin” û tekez kir, “hejmara taqîgehên PCR li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye 11 taqîgehan û pêwîstiya me bi taqîgehên zêdetir nemaye.” (FD)