Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo rê li belavbûna vîrusa Covîd-19ê bigirin, ji 10 heta 18ê Gulanê qedexeya hatûçûnê dirêj kiribû.
Îro roja dawiyê ya qedexeye çûnûhatinê ye. Tê pêşbînîkirin ku Lijneye Bilind a li dijî vîrusa Covîd-19ê li piştî civîna xwe ya îro biryarên nû bistînin.
Roja 13ê Adarê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo rê li belavbûna vîrusa Covîd-19ê bigire, biryara qedexeya hatûçûnê stendîbû. Heta niha jî ew biryar didome bi tenê hin asankarî li rênimayan hatiye kirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê heta niha li herême 413 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Ji 413 kesan 212 li Hewlêrê, 160 Silêmanî, 19 Helebce û 22 kes jî li Dihokê ne.
Ji 413 kesan 383 kes ji nexweşiyê filitîne û baş bûne.
Ji kesên ku baş bûne 208 Hewlêr, 134 Silêmanî, 19 Helebce û 22 jî li Duhokê ne.
Hejmara ew kesên kul i nexweşxaneyê di bin çavdêriya doktoran de ne 25ê. Ji wan 3 kes li Hewlêrê ye 22 kes jî li Silêmaniyê ye.
5 kes bi Covîd-19ê mirine. Ji wan 4 li Silêmaniyê û yek jî li Hewlêrê ye. (AY/FD)
* Çavkanî - Fotograf: AA