Fotograf: AA
Li Herêma Kurdistanê dîroka hilbijartina Parlamentoyê diyar bûye. Li gorî zanyariyan, hilbijartin wê di 25ê Sibata 2024an de pêk bê.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehabî diyar kiriye ku, ji bo diyarkirina roja hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wan danûstandin bi aliyên pêwendîdar re kirine û biryar hatiye dayîn ku di 25ê Sibata 2024an de hilbiijartin pêk bê.
Hilbijartina Parlamentoyê ya Herêma Kurdistanê diviyabû k udi 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan da bên kirin. Ji ber ku PDK û YNKyê di mijara kotayên kêmneteweyan, mijarên qanûna hilbijartinê û aktîfkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de li hev nedikirin, hilbijartin ji bo salekê hatibû taloqkirin. Paşê biryar hatibû dayîn ku hilbijartin di 18ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de bê kirin.
Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamenteriyê her ji 4 salan carekê divê bên kirin. Herî dawî di 30ê Îlona 2018an de hilbijartin pêk hatibû. 111 kursiyên Parlamentoyê hene.
Di vê hilbijartinê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45, Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) 21, Tevgera Goran 12, Tevgera Nifşa Nû 8, Partiya Civaka Edaletê ya Kurdistanê (Komel) 7, Yekgirtu jî di nav da Koalîsyona Br bi Islahê ve 5, lîsteyên Azadî û Nûjenê jî her yek jê parlamenterek derxistibûn.
Tirkmenên ku girêdayî kotayê ne 5, Xiristiyanan jî 6 parlamanter şandibûn parlamentoyê. (FD)