Fotograf: Rûdaw / Arşîv
Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî daneyên ku li ser malpera Hikumeta Herêma Kurdistanê hatiye belav kirin, li Herêmê hejmara kesên bi Covîd-19ê ketine bi zêdebûna 166 kesan ve gihaştiye 2 hezar û 821an. Heta niha 75 kes jî bi nexweşiyê mirine. Hezar û 127 kes jî li piştî derman kirinê baş bûne.
Wezîrê Tenduristiyê hişyarî daye
Her weha Dr. Saman Berzincî, Wezîrê Tenduristiyê ê Herêma Kurdistanê derbarê belavbûna vîrusa Covîd-19ê de hişyarî dabû û gotibû, pêkneanîna biryaran û sistkirina tedbîran gefeke tirsnak û destpêkeke ji bo belavbûna vîrusê. Dibe ku di rojekê de bi dehan kes bi nexweşiyê bikevin.
Li piştî daxuyaniya Berzinciyî li Herêma Kurdistanê hejmara nexweşan ya rojane ji 100î derbas bûye. (AY/FD)