Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Covid-19ê yên 24 saetên dawiyê belav kiriye. Li gorî van amaran li Herêma Kurdistanê 605 kesên din bi şewba Covid-19ê ketine û bi wê yekê hejmara giştî ya kesên bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 39 hezar û 946 kesan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, ji duh heta îro ji 4 hezar û 987 kesan re test hatiye çêkirin. Li gor encaman 605 kes bi vê vîrusê ketine.
Ji wan 605 nexweşên nû, 254 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 190 kes li Duhokê û 28 kes jî li Helebceyê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye ku di 24 saetên dawiyê 26 kesên din ji nexweşan mirine û 471 kes jî baş bûne.
Ji 26 kesên mirine, 8 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmanî, kesek li Germiyanê, 7 kes li Duhokê û kesek li Helebceyê bûye.
Herwiha ji 471 kesên ku baş bûne jî, 192 kes li Hewlêrê, 26 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Germiyanê, 189 kes li Duhokê û 25 kes jî li Duhokê ne.
Li gor amarên wezaretê, heta niha li Herêma Kurdistanê 39 hezar û 946 kes bi vîrusa Covid-19ê ketine û ji wê hejmarê 25 hezar û 263 kes baş bûne û hezar û 472 kes jî mirine. (FD)