Navenda Nûçeyan a BIAyê
Li Herêma Kurdistanê duh 540 kes bi Covid-19ê ketine û 17 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de 540 kes bi Covîd-19ê ketine û 17 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 540 kesên din peyda bûye. 17 kes jî mirine. Her weha 293 nexweş baş bûne.
Test ji bo 5 hezar û 71 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 28 hezar û 161 kes nexweş ketine. Hezar û 49 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 17 hezar û 679 e. (AY)
Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, K24, Rûdaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.