Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 523 kesên din peyda bûye. 17 kes jî mirine. Her weha 857 nexweş baş bûne.
Test ji bo 3 hezar û 731 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 276 hezar û 735 test hatiye çêkirin. 24 hezar û 794 kes nexweş ketine. 903 kes bi Covîd-19ê mirine.
Her weha heta niha 14 hezar û 885 nexweş baş bûne. (AY/FD)
Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, K24, Rûdaw