Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên nû yên koronayê aşkere kiriye û ragihand ku, ji duh ve heta roja Çarşemê (8ê Tîrmehê) 2 hezar û 247 pişkinînên taybet bi koronayê li seranserê Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, di nava 24 saetên derbasbûyî de 294 kes bi vîrusa Covid-19ê ketine, ku 114 ji wan li Silêmaniyê, 74 kes li Îdareya Germiyanê, 57 kes li Hewlêrê, 29 kes li Duhokê û 20 kes jî li Helebceyê ne.
Herwiha 149 kes jî ji vê vîrusê rizgar bûne û baş bûne, ku 101 kes ji wan li Hewlêrê, 18 kes li Germiyanê, 11 kes li Raperîn, 5 li Duhokê û 5 jî li Helebceyê bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye ku di nava vê demê de 11 kes mirine, 4 ji wan li Hewlêrê, 4 li Germiyanê û 3 kes jî li Silêmaniyê bûne.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve heta niha 151 hezar û 995 pişkinînên koronayê hatine kirin. Her weha li gor encaman 8 hezar û 428 kes bi vê vîrusê ketine û ji wê hejmarê jî 3008 kes baş bûne û 282 kesan jî canê xwe ji dest dane. (FD)
* Nûçe û Fotograf: Rûdaw