Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 508 kesên din peyda bûye. 17 kes jî mirine. Her weha 166 nexweş baş bûne.
Test ji bo 3 hezar û 35 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 17 hezar û 547 kes nexweş ketine. 657 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 10 hezar û 309 e.
Her weha ji destpêka belavbûna Covîd-19ê heta niha test ji bo 174 hezar û 575 kesan hatiye çêkirin. (AY)
Çavkanî: Malpera Hukumeta Herêma Kurdistanê, K24, Rûdaw