Fotograf: AA (Arşîv)
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 324 kesên din peyda bûye. 11 kes jî mirine. Her weha 97 nexweş baş bûne.
Test ji bo 2 hezar û 798 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gor daneyan heta niha test ji bo 147 hezar û 414 kesan çêkirine. 7 hezar û 639 kes nexweş ketine. 263 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 4 hezar û 587 kesan li nexweşxaneyan berdewam dike. Hejmara nexweşên baş bûne 2 hezar û 789 e. (AY/FD)