Fotograf. AA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 256 kesên din peyda bûye. 10 kes jî mirine. Her weha 133 nexweş baş bûne.
Test ji bo 2 hezar û 178 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 10 hezar û 851 kes nexweş ketine. 370 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 5 hezar û 937 e.
Her weha ji destpêka belavbûna Covîd-19ê heta niha test ji bo 174 hezar û 575 kesan hatiye çêkirin. (AY/FD)
Çavkanî: Malpera Hukumeta Herêma Kurdistanê û K24