Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 164 kesên din peyda bûye. 3 kes jî mirine. Her weha 275 nexweş jî baş bûne.
Wezaretê diyar kiriye, ku ji pêketiyan 30 kes li Hewlêrê, 39 kes li Silêmaniyê, 95 kes li Duhokê ne.
Her wiha ji kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine, 2 kes li Silêmaniyê û kesek jî li Duhokê ye.
Di rojekê de test ji bo 4 hezar û 998 kesan hatiye çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 102 hezar û 581 kes nexweş ketine. 3 hezar û 362 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 68 hezar û 454e. (AY)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rûdaw