Fotograf: AA
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyanî daye û aşkere kiriye, ku qedexeya hatinûçûnê di navbera bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê de, ji bo heftiyeke din hatiye dirêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, qedexeya hatinûçûnê di navbera bajarên Herêma Kurdistanê de ji 11 Gulanê pê ve heta 18ê Gulanê berdewam dibe.
Wezareta Navxweyî her wiha diyar kiriye, qedexeya hatinûçûnê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de jî berdewam dibe. Wezaretê tekez kiriye, dê rê bi wan welatiyên Kurdistanê ji ber qedexeya hatinûçûnê li parêzgehên Iraqê asê mane, were dan ku vegerin Herêma Kurdistanê. Ji bo vê jî merc hatiye danîn ku pişkinîna koronayê ji wan re bihê kirin û dê heta derketina encama pişkinînê bêne kerentînekirin.
Asankarî wê ji bo fermanberan bê kirin
Li gor daxuyaniyê, asankarî ji fermanberên hikûmetê ên li parêzgehên Mûsil, Kerkûk û Diyale ku hevsînorê Herêma Kurdistanê ne û nîştecihê Herêma Kurdistanê yan wan parêzgehan in, ji bo bikarin rojane di navbera cihên karkirin û nîştecihbûna xwe de bi berçavgirtina rêkarên tendirustî hatinûçûnê bikin.
Di daxuyaniyê de derbarê deriyên sînorî û herwiha balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê de jî hatiye gotin, ku herdu balafirxane dê girtî bimînin. Herwiha hatinûçûna geştyar û rêwiyan li tevahiya deriyên sînorî yên Perwîzxan, Başmax, Hacî Omeran, Ser Zêrê, Seyranben, Kêlê, Tewêle, Pişte û Şûşmê girtî dimînin. Bêyî razîbûna Wezîrê Navxwe rê bi ti kesî nayê dan ku vegere Herêma Kurdistanê û eger rê jî hat dan, dê li parêzgeh an wê îdareya lê nîştecih e, were kerentînekirin.
Herwiha herdu deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Başmaxê di herdu rojên Duşem û Pêncşemê de û ji saet 08:00ê sibehî ve heta saet 20:00 şev ji bo vegera wan welatiyên Herêma Kurdistanê ku li Îranê asê mane, vekirî dibin.
Têkildarî deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl jî, wezaretê ragihandiye ku di herdu rojên duşem û pêncşemê de û ji saet 08:00ê sibehî ve heta saet 20:00 şev derî tenê ji bo vegera welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê vekirî dibe. (AY/FD)
* Çavkanî: Rûdaw