Li Herêma Kurdistanê 3 û li Îdlîbê leşkerek miriye
Wezareta Berevaniyê ya Netewî ragihandiye ku li Herêma Kurdistanê 3 leşker mirine. Her weha li Îdlîbê jî leşeker miriye.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî(MSB) aşkere kiriye ku di encama operasyona li Herêma Kurdistanê de 3 leşker mirine.
Wezaretê daxuyaniyek nivîskî weşandiye û ragihandiye ku li herêmê operasyon didome û sersaxî ji xizmên kesên mirine, xwestiye.
Leşkerên ku mirine navên wan weha ne:
Çawişê Pispor Doganay Çelîk(23), Çawişê Pispor Alî Sari (29) û Çawişê Pispor Îdrîs Aksoz.
Her weha wezaretê aşkere kiriye ku li Îdlîbê leşkerê bi navê Emre Ceylan, Çawişê Pispor ku 28 saliye li bilindayiyê ketiye xwarê û birîndar bûye. Piştî ku ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê, li wir miriye.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.