Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku di maweyê rojekê de 259 kes bi koronavirusê ango Covid-19ê ketine û 6 nexweşên koronayê jî mirine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di maweyê 24 demjimêran de 2 hezar û 312 pişkinînên koronayê hatine kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di encama pişkinînan de 259 nexweşên din ên Covid-19e hatine tomarkirin ku 92 li Silêmanî, 69 li Germiyan, 80 tûşbû li Hewlêrê û 18 tûşbû li Helebcê bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye ku di 24 saetên dawiyê de 6 tûşbûyên koronavirusê mirine û 223 nexweş jî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî rewşa wan baş bûye.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Herêma Kurddistanê 6 hezar 403 kes tûşî koronavirusê bûne û ji wê hejmarê jî 2 hezar 078 kes baş bûne û 213 kesan jî mirine. (FD)