Li Herêma Kurdistanê 2 leşker mirine
Li Herêma Kurdistanê 2 leşker di dema şer de mirine. Par li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyonek bi navê “Pencik”ê dest pê kiribû.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî (MSB) aşkere kiriye ku li Herêma Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera leşkerên wan û PKKiyan de derketiye. Di encamê de du leşker mirine.
Li gorî daxuyaniya MSByê di dema pevçûnê de leşkerên bi navê Hasan Taş û Fûrkan Gunergok bi giranî birîndar bûne. Leşker şandine nexweşxaneyê lê di kel ku midaxeleyan, ew mirine.
Cenazeyê Taşî wê îro li Elbîstanê, yê Gunergokî jî wê li Çewligê bê binaxkirin.
MSByê par di 17ê Nîsanê de di sînorên Herêma Kurdistanê de, li Zap, Avaşîn û Metînayê bi navê “Pencik”ê operasyonek dabû destpêkirin. (NT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.