Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Herêma Kurdistana Iraqê hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê hatin bipaşxistin ku dihat payin di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê de çêbiba.
Komisyona Hilbijartinê diyar kiriye ku hilbijartin ji ber “ti namzet derneketine” hatine bipaşxistin.
Serokê Komisyona Hilbijartinê yê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Hindirîn Muhammed ji Reutersê re axivî û ew ê ji parlamentoya herêmê daxwaza diyarkirina dîrokeke nû ji bo hilbijartinan bikin.
Barzanî nebûbû namzet
Komisyona Referandûm û Hilbijartinê ya Bilind a Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê di 18yê Çiriya Pêşiyê de aşkere kiribû ku wan amadekirayên hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê sekinandine ku çav li rê bû di 1ê Çiriya Paşiyê de bi rê ve biçin.
Berdevkê Komisyonê Şoreş Hesen gotibû ku di nava 29 rojan de tenê kesekî serî lê daye lê ji ber ku forma serlêdanê kêm dagirtiye, serlêdana wî nehatiye qebûlkirin.
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî diyar kiribû ku ew ê di hilbijiartinan de nebe namzet. (YY/FD)