Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Hatayê ji wesayitekê gule li ser polîsên li ber xala kontrolê ya Midûriyeta Trafîkê reşandin. Di encamê de du polîs mirin, yek jî birîndar bû.
Li Hatayê duh bi şev ji wesayitekê gule li ser polîsên li ber xala kontrolê ya Midûriyeta Trafîkê reşandin. Di encamê de du polîs mirin, yek jî birîndar bû.
Walîtiya Hatayê piştî bûyerê daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir ku ji bo êrîşkar bên girtin operasyon li herêmê hatiye destpêkirin.
Walî Erdal Atayî piştî ku li nexweşxaneyê derbarê polîsê birîndar de agahî wergirt got ku êrîş ji hêla PKKiyan ve hatiye lidar xistin.
Di bûyerê de Bayram Bozdoganê 42 salî û Hayrettin Mennanê 44 salî mirin. Samet Kilinçsari yê 26 salî jî bi giranî birîndar bûye û rewşa wî xeter e. Kilinçsari li nexweşxaneyê tê dermankirin. (NV/FD)