Fotograf: Berke Araklı / ILO
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên derbarê kesên kar dikin û bêkariyê yên meha Tîrmehê aşkere kirine.
Li gorî daneyan, hejmara kesên temenên wan 15 û berjortir e lê bêkar in, 113 hezar kêm bûye. Bi vê kêmbûnê re, hejmara bêkaran daketiye 3 milyon û 445 hezar kesî.
TUÎKê diyar kiriye ku rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,3 daketiye û bûye ji sedî 10,1. Rêjeya bêkariyê di nava mêran de ji sedî 8,6 e, lê di nava jinan de ji sedî 13,1 e.
Bi giştî hejmara bêkaran, li gorî meha Hezîranê di meha Tîrmehê de 2 pûan zêde bûye û derketiye 22,5.
Bi tenê ji sê jinan jinek kar dike
Hejmara kesên ku kar dikin li gorî meha Hezîranê, di meha Tîrmehê de 148 hezar kes kêm bûye. Di meha Tîrmehê de hejmara kesên kar dikin bûye 30 milyon û 608 kesî. Rêjeya karkirinê jî 0,3 pûan kêm bûye ango bûye 47,3.
Ev rêje di nava mêran de ji sedî 64,6 e, lê di nava jinan de ji sedî 30,3 e.
Hejmara kesên ku kar dikin di meha Tîrmehê de li gorî meheke berê 262 hezar kes daketiye û bûye 34 milyon û 53 hezar kesî. Rêjeya kesên beşdarî nava jiyana karî dibin 0,5 pûan daketiye bû bûye 52,6. Rêjeya mêrên ku kar dikin ji sedî 70,7 e lê ya jinan ji sedî 34,9 e.
Bêkariya di nava ciwanan de
Rêjeya bêkariya di nava ciwanan de ango di nava kesên temenên wan di navbera 15-25ê de, 0,8 daketiye û bûye ji sedî 19,1.
Di nava jinên ku di heman temenê de ne rêjeya bêkariyê ji sedî 16,2, di nava mêran de jî 24,7 e. (HA/FD)