Li gorî TUIKê hejmara bêkaran 4 milyon û 194 hezar e
Rêjeya bêkariyê ya meha Tebaxê li gor heman meha sala borî 0,8 poîntan kêm bûye û daketiye 13,2yan.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya bêkariyê ya meha Tebaxê aşkere kiriye. Li gorî daneyên TUIKê rêjeya bêkariyê li gor heman meha sala borî 0,8 pûanek kêm bûye û daketiye 13,2yan.
Li gor vê li seranserê Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên emrê wan ji 15 û zêdetir e di Tebaxê da li gor heman meha par 456 hezar kes kêm bûye û hejmara bêkaran daket 4 milyon û 196 hezarî.
Rêjeya bêkariya ya ji derveyî çandiniyê jî pûanek kêm bûye û daketiye ji sedî 15,7an. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.