Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) aşkere kiriye di meha Tebaxê de enflasyon mehane ji sedî 2,47 û ya salane jî ji sedî 51,97 e. Her weha endeksa bihayan ya xercekar jî ji Kanûna Pêşiyê heta niha ji sedî 31,94 zêde bûye.
Di vê mehê de rêjeya beşa perwerdehiyê ji yên din bilindir bûye ku bûye ji sedî 11,34. Li pêy vê beşê enflasyon herî zêde li xaniyan(ji sedî 8,51) bilind bûye.
Li gorî salê jî dîsa di beşa perwerdehiyê enflasyon zêde bûye ku rêjeya wê ji sedi 120,81 e. Ya xaniyan ji sedî 101,49 û ya xwaringeh û otelan jî ji sedî 67,70 ye.
Li gorî ENAGê ji sedî 90,35 e
Li gorî daneyên ku Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) aşkere kiriye rêjeya enflasyona meha Tebaxê ji sedî 3,47 e. Her weha li gorî ENAGê enflasyona salane jî ji sedî 90,35 e.
(HA/AY)