Li gorî ENAGê enflasyon ji sedî 129 e, li gorî TUIKê ji sedî 61 e
ENAG û TUIKê daneyên enflasyona meha Çiriya Paşiyê aşkere kirin.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) rêjeyên enflasyona meha Çiriya Paşiyê aşkere kirin.
Li gorî TUIKê di meha Çiriya Paşiyê de enflasyon li gorî meha Çiriya Pêşiyê ji sedî 3,28 û li gorî heman meha sala par ji sedî 61,98 zêde bû. Li gorî rêjeya serê salê jî enflasyon bûye 60,09.
Li gorî Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) rêjeyên enflasyona mehane ji sedî 5,58 e û ya salane jî ji sedî 129,27 e.
Bi vî awayî daneya enflasyona salane ya ENAGê du qatî ya TUIKê ye.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.