Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazkirina Cezayan de (CISST), gilî û gazindên ku girtiyan di meha gulanê de ji ber pandemiyê li wan kirine, aşkere kirine.
Di daxuyaniyê de saziyê behsa pirsgirêkên tenduristiyê û bidestxistina kelûpelên hijyenê kiriye.
Komeleyê rapor ji wan zanyariyan berhev kiriye ku di navbera 1 û 31ê Gulana 2021an de pêk hatine û bêyî zanyariyên derbarê girtî û girtîgehan de aşkere bikin, weşandiye.
Ji roja ku şewb belav bûye heta niha 88 girtîgehên sergirtî û 49 girtîgehên servekirî li ser hev ji 137 girtîgehan girtiyan serî li wan daye.
Girtiyan neçarî kantînê dikin, kantîn biha difiroşe
Di daxuyaniyê de behsa van gilî û gazindên derbarê xwarinan de kirine
* Li hin girtîgehên sergirtî xwarin nexweş in, ne paqij in û sar in,
* Xwarin têra hemû girtiyan nakin,
* Ji ber van sedeman girtiyên ku nikarin xwarinên tên belavkirin bixwin, neçar dimînin ku ji kantînê kelûpelan bikirin,
* Hejmara nanên ku didin girtiyan kêm kirine û nan biçûktir bûne, her weha bêtahm in,
* Li girtîgehan êdî li şûna goştî birinc û meqarneyê didin,
* Gilî û gazindên xwe yên ji ber xwarinan li hemû saziyên fermî kirine lê ti tiştek nehatiye kirin,
* Tiştên li kantînê difiroşin him biha ne him jî zêde tişt nînin,
* Xwarinên parêzê nadin, li girtîgehên ku xwarinên parêzê didin, ne li gorî nexweşiyan lê yek cure xwarin didin,
(AS/FD)