RAPORA MEHANE YA CISSTÊ
Li girtîgehan elektrîk tên birîn û kalorîfer girtîne
Li gorî rapora meha dawîyê ya CISSTê girtiyan ji wan re ragihandine ku bihayên elektrîkê her ku diçe zêdetir dibe û ji ber ku rewşa aborî ya malbatan baş nîne nikarin pereyê elektrîkê razînin.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Girtîgehan de (CISST), rapora xwe ya mehane ya girtîgehan ya têkildarî giliyên ji ber Covîd-19ê weşandiye.
Ji destpêka pandemiyê heta niha li 185 girtîgehên cûda serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin. Ji wan 130 girtîgehên girtî ne û 55 jî yên vekirîne.
Girtî jî weke kesên li “derve” ji zêdebûna fatûreyên elektrîkê û birîna elektrîkê gilîkar in.
Her tim elektrîkê dibirin
Rapora dawî li gorî giliyên di navbera 1-31 Kanûna Paşiyê de hatiye kirin amade bûye.
Pirsgirêkên ku girtî pê re rû bi rû dimîne di raporê de bi ser nava “Tedbîrên Paqijiyê û Rewşa Giştî” weha hatine rêz kirin.
- Li hin girtîgehan nivîn, betanî, lihêf û çarşefên li girtiyan tên belavkirin hatine bikaranîn û gemarî ne û girtiyên alerji pê re ne nikarin van berheman bikirin.
- Li hin qawişên girtîgehan ji ber qelebalixê herikîna hewayê ya paqij nîne,
- Li hin girtîgehên girtî ji ber ku şibakeyên qawişê biçûk in û têra xwe nikarin bên hewakirin.
- Li hin girtîgehan gardiyan li gorî dûrbûna civakî tevnagerin û di dema jimartinê de maskeyê nadin ber devê xwe,
- Li hin girtîgehan gardiyanan tedbîrên paqijiyê kêm kirine û bê maske dikevin qawîşan,
- Li hin girtîgehan di nava rojê de kalorîfer tên girtin û ji ber vê yekê pirsgirêka germkirinê heye,
- Li hin girtîgehan tim û tim elektrîkê dibirin,
- Hatiye diyarkirin ku buhayê elektrîkê yê hin girtiyan roj bi roj zêde dibe û malbat ji ber zehmetiyên aboriyê nikarin pereyê elektrîkê bidin.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.