Li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa Tyê 5 girtiyan ji ber zexta li wan tê kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêderoveger kirine. Çalakiya girtiyan di roja 7emîn de berdewam dike.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê girtiyan bi rêya telefonê ji malbatê xwe re çalakiya dane destpêkirin ragihandine. Girtiyan ji malbatên xwe re wiha gotine: “Li ser pêya jimartin tê kirin. Em li dijî vê derdikevin. Midûrê girtîgehê yê yekemîn ji me re dibêjê ‘ev der Xarpêtê ne wekî cihekî din e, hûnê bibînin ku kî bi hêz e. Hûn ne girtiyên siyasî ne hûn terorîst in. Hûnê bibînin’. Dixwazin me bitirsînin û ji me dixwazin ku em teslîmî wan bibin.”
Malbatan dane zanîn ku êrişên derûnî li ser zarokên wan tên kirin û pêdiviyên wan nayên temînkirin. Her wiha malbatan gotiye ku girtiyan ragihandiye ku sarînc û televîzyonê nadin wan.
Navên girtiyên ku di greva birçîbûnê de wiha ne:
Mahîr Kapan, Celîl Dagtekîn, Nevzat Akbulak, Omer Ozkan û Ozgur Taş.(AY)