Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê, aşkere kiriye ku li Girtigeha Sîlîvriyê 82 girtî bi nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ketine. Her weha hatiye diyarkirin ku girtiyek miriye.
Di heman daxuyaniya Serdozgeriyê de hatiye bibîrxistin ku wan di 8ê Gulanê de daxuyaniyek weşandiye û di vir de gotine ku testa 44 girtiyan pozîtîf derketiye û ew tên dermankirin.
Serdozgeriyê îro jî di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku jê 8ê Gulanê heta niha bi tevkariya Midûriyeta Tenduristiyê ya Stenbolê xebatên filyasyonê tên meşandin. Daxuyaniya Serdozgeriyê wiha ye:
“Heta îro li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Hejmar 7an 47, li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Hejmar 8ê jî 35 girtî, li ser hev 82 girtî bi nexweşiya Covid-19ê ketine. Her weha girtîyekê ku bi nexweşiya tuberkuloz û êşa zirav bû di 7ê Gulanê de rakirine nexweşxaneyê. Derketiye holê ku testa wî negatîf e lê di dema dermankirina wî testa wî bûye pozîtîf. Dermankirina wî li beşa nexweşiyên giran dihate kirin û roja 21ê Gulanê saet di 17.45 deqîqeyan de miriye.”
Serdozgeriyê gotiye ku rewşa 82 girtiyan baş e û dermankirina wan berdewam dike û zanyarî dane malbatên van girtiyan. (AO/FD)