Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi Covîd-19ê ketine

Li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîra Konyayê 7 girtî bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Girtiyê bi navê Şiyar Firat ku li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivîye û gotiye ku ew jî di nav de bi giştî 7 girtî bi şewba Covîd-19ê ketine.
Firat, diyar kiriye ku wî û girtiyên bi navên Muhammed Peksoy, Cemîl Akin, Aslan Îlhan, Mehmet Şukru Gelîr, Mûstafa Akan û Ozcan Uzunyol bi hev re testa koronayê kirine û testa wan pozîtîf derketiye.
Firat weha gotiye: “Piştî ku encama testa me diyar bû, em xistin qawîşa karantînayê û piştre birin nexweşxaneyê. Derman dan me û 3 hevalên me yên testa wan neyînî derketî jî birin qawîşeke cuda.”
Her weha Firat gotiye ku rewşa wan a tenduristiyê niha baş e. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê