Li Gîrtîgeha Şakranê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiyan li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê dane destpêkirin.

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiyan li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger a 10 rojan dane destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê girtiyan li dijî hejmartina li ser piyan, kûrkirina şertên tecrîdê, sînorkirinên pirtûkan, destûrnedayîna cihê hewadariya hevpar, çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger a 10 rojan dane destpêkirin.
Her weha di destpêkê de nivîskar Leyla Saraçê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.
Ji bo hişyariyê bide rêvebiriya girtîgehê girtiyan dest bi greve kirine.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.