Girtiyê bi navê Ercan Çakar yê ku Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Îdirê dihat ragirtin, mir. Tê îdiakirin ku Çakar xwe kuştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Çakar 12 sal in di girtîgehê de ye û di xalên cûda yên cezê de li ser hev 32 sal ceza stendîbû.
Nêzîkî mehek berê ji Girtîgeha Girtî ya T ya bi Hejmar 2 ya Bandirmayê sewqî Girtîgeha Îdirê hatibû kirin.
Têkildarî mijarê xalê Ercan Çakar, Omer Hanay bi MAyê re axivîye û gotiye ku Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hêj rapora otopsiyê nedaye wan lê ji wan re hatiye gotin ku şopên derbkirinê hene. Hanay, da zanîn ku dê têkildarî mijarê gilî bikin.
Cenazeyê Çakar li navçeya Milazgir a Mûşê hate definkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Yilmaz Hun mirina biguman a Çakar li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir û wiha got: “Girtîgeha Tîpa S a Îdirê her tim bi nûçeyên întîharê di rojevê de ye. Îcar jî welatiyê bi navê Ercan Çakar. Çakar ê ku li ser telefonê û di hevdîtinan de ji dayik û bavê xwe re gotibû rastî miameleya xerab û îşkenceyê tê, çendek roj piştre xwe kuşt.”
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2022an de 78, di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de jî 15 girtî mirine.
(AS/AY)