Fotograf: AA
Li Girê Amîdayê ku ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra bûye dergûş, xebatên kolandina şûnwarên dîrokî dewam dikin.
Wezareta Çand û Turîzmê xebatan bi serokatiya Prof. Dr. Îrfan Yildiz, Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê yê Zanîngeha Dîcleyê re dimeşîne.
Di dema van xebatan de ekîba ku 12 jê daîmî, 10 jê jî xwebexş in gor hatine dîtin ku weke odeyan hatine lêkirin. Ev ode nêzîkî 1700 salî ne dîtine. Ode ji serdema Romayê mane.
Prof. Dr. Îrfan Yildizî ji nûçegihanê AAyê re diyar kiriye ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê ew bi ekîbeke piçûk xebatan dimeşînin û her wiha wan heta niha di xebatan da daneyên cuda derxistin.
Yildizî diyar kiriye ku erqên avê û pergala kalorîferê ku tê nirxandin 1800 salî ne, hatin tesbîtkirin û wiha dewam kiriye:
"Di xebatên îsal da ew yek teqez kifş bû ku Qesra Artûqiyan li ser Qesra Romayê hatiye çêkirin. Di serdema Artûqiyan da hin beşên qesrên Romayê wekî xwe hatine emilandin, hinek jê jî jinûva hatine çêkirin. Ji van mekanan jê di yekî da ji koda zemîn a Artûqiyan qedera 1,5 metre di xwarê da, ji koda zemîn a qesra Romayê jî metreyek xwarê, odeya merzel hat tesbîtkirin. Odeya merzel a ku tê da sandûqeyên kevir hene, ji serdema Romayê ye. Îhtimal ew e rêveberên ku li vê derê peywirdar bûne, di odeya merzel a di bin qesrê da bi xakê hatine sipartin."
"8 merzel hatine dîtin"
Yildizî gotiye, xebat çiqas bidomin ewqas îhtimal heye ku sandûqayên kevir bên dîtin û her wiha merzelên tên dîtin, dê li cihê xwe bên parastin û wiha diyar kiriye:
"Em dikarin bêjin ku di sedsala 3yemîn a piştî mîladê ev odeyên merzelan di bin qesrê da hatine çêkirin û rêveberên vê derê di van odeyan da bi xakê hatine sipartin. Heta niha di mekanê nimro 2 da 3 merzel derketin holê û tê da îskelet û hestî hene. Di mekanê nimro 5 da jî 5 merzel hatin tesbîtkirin."
Yildizî destnîşan kiriye ku piraniya hestiyan dê li cihê xwe bên parastin, bi tenê ji bo ku antropolog li ser xebatan bikin û ji bo ku ji analîzê ra were şandin, nimûne hatin hildan. (FD)