Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Girava La Palmayê duh (19ê Îlonê), li gorî dema herêmî saet li derdora 15.10 deqîqeyan de volkana Cumre Vieja (Sertapa Extiyar) teqiyaye. Ev hefteyeke li La Palmayê ji 21 hezarî zêdetir erdhej çêbûne.
Girava La Palma, yek ji Giravên Canariayayê ye û li başûrê rojavayê Ispanyayê ye. Rayedarên rêveberiya xweser ên Giravên Kanaryayê diyar kirine ku, duh li giravê 327 caran erd hejiyaye û ji 5 devikên volkanê agir pijiqiye.
Serokwezîr Sanchez çûye herêmê
Di vê navberê de Pedro Sanchez, Serokwezîrê Ispanyayê çûna xwe ya ji bo Lijneya Giştî ya 76an a Neteweyên Yekgirtî betal kiriye.
Li gorî nûçeya AAyê, Sanchezî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha û gotiye ku ji bo xebatan li cihê cih bibîne, ew çûye La Palmayê.
Li Ispanyayê herî dawî di sala 1971an de volkana Teneguiayê teqiyabû ku li başurê Girava La Palmayê dikeve.
Li gorî çapemeniya îspanyolî, ji El Paso, Tazacorte, Los Llanos de Aridane, El Paraiso, Alacala û hin cihên din, ên derdora volkanê nêzîkî 5 hezar kesan bar kiriye. (TP/FD)