Li Girava Zakinthosa Yewnanistanê agir bi daristanê ket
Bi neh wesayît, du balafir û helîkopterek midaxele li şewatê tê kirin. Lêbelê ji ber ku ba zêdeye xebatên vemirandina agir zihmettir dibe.

Hat ragihandin ku li herêma Agios Leon a girava Zakinthosa Yewnanîstanê agir bi daristanê ketiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, hat diyarkirin ku piştî şewata daristanê ya ku îro sibê dest pê kir, tîmên agirkujiyê dest bi midaxeleyê kirine.
26 tîmên agirkuj, 9 wesayîtên agirkujiyê, 2 balafir û helîkopterek ji bo mudaxeleya li herêmê hatin erkdarkirin. Lêbelê, bayê bihêz vemirandina agir zihmettir dike.
Di sala 2024an de li Yewnanîstanê zêdetirî 9 hezar 500 şewatên daristanan çêbûne, ku li gorî navînîya salane ya 20 salên berê ji sedî 7,5 zêde bûye.
Di şewatan de herî kêm du kes mirine û bi sedan gundên ku di bin xetereyê de ne hatin valakirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.