Li Girava Marmarayê, Burgazada û Tavşanliyê agirî girtiye daristanan
Li Burgazadaya Stenbolê, Girava Marmarayê ya Balikesîrê û Tavşanliya Kutahyayê agirî girtiye daristanan. Agirê li Tavşanliyê hêj nehatiye kontrolkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Burgazadaya Stenbolê, Girava Marmarayê ya Balikesîrê û Tavşanliya Kutahyayê agirî girtiye daristanan. Agirê li Tavşanliyê hêj nehatiye kontrolkirin.
Ji ber belavbûna agirî 60 malên li Girava Marmarayê bar kirine.
Agirê li Burgazadayê di kontrolê da ye
Şaredarê giravên Stenbolê Erdem Gulî ji Haberturk TVyê re diyar kiriye ku agir di bin kontrolê da ye. Helîkopterên agirkujîyê agirî vedimirînin.
Li Balikesîrê 30 kes birîndar bûne
Walîyê Balikesîrê Ersin Yazıcıyî diyar kiriye ku bi agirî ya kêm 30 kes birîndar bûne û 100 heywan mirine.
Agirê li Tavşanliyê li cihekê 80 hektarî belav bûye." (EMK/MB)
*Wêne û nûçe: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.