Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
Li navçeya Geverê ji ber operasyona leşkerî ketina 2 gund û zozanên wê hate qedexekirin. Gelek makîneyên karî birine herêma ku operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin.

Li herêma Çiyayê Sipêrêzê ya navçeya Gevera Colemêrgê ku 2 gund lê ne, îro operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek leşker û cerdevan tevlî operasyonê bûne. Bi destpêkirina operasyonê re li ser pira di navbera zozanên Horê, Berê Sor û Coniyê bi wesayîtên zirxî seytera leşkerî hate danîn.
Her weha gelek makîneyên karî birine herêma ku operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin. Ketin û derketina gundên ku dorpêç kirine hatine girtin.
Li herêmê Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) difirin.
Di heman demê de welatiyên ku xwestine pezê xwe bibin zozanan hatin astengkirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.