Li Geverê operasyona gendeltiyê: 7 jê polîs 31 kes hatine desteserkirin
Li Deriyê Sînor ê Esendere yê navçeya Geverê 7 jê polîs, 8 jê karmendê gumrikê 31 kes bi sedema ku bertîl girtine hatine desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Geverê de li navçeya Gever û bajaroka Esendere ya Colemêrgê de polîsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtine.
Di serdegirtinan de 8 jê karmendên Deriyê Sînor ê Esendereyê, 7 jê polîs û 16 jî jê welatî bi giştî 31 kes hatine desteserkirin.
Di lêgerînên ku li Midûriyeta Gumrika Esendereyê hatiye kirin de polîsan dest danîne ser gelek pereyên biyanî, Lîreyên Tirk û kel û pelên din ku bi bertîlê hatine bidestxistin.
Hatiye ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de 6 kesên ku biryara girtina wan heye li navnîşanên xwe nebûne.
(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.