Di 15ê Hezîranê de li navenda Geverê û bajarokê Bajêrge yê Colemêrgê bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di encama serdegirtinên malan de 8 karmendên Deriyê Gumrikê yê Sînor ê Bajêrgeyê, yek jê komîser 7 polîs û 16 welatî jî di nav de bi giştî 31 kes hatine desteserkirin.
Di operasyona li dijî Midûriyeta Gumrikê ya Bajêrgeyê de jî gelek pereyên biyanî ku tê gotin bi bertîlê hatiye bidestxistin, Her weha dest danîne ser lîreyê tirk û zêr û zîvan.
Îfadeyên kesên bi sedemên “Ji bo sûcan bikin rêxistin ava kirine û birêve birine” û “Di çarçoveya xebatên rêxistinê de bertîl wergirtine, qaçaxçitiya penaberan kirine, di belgeyên fermî de sextekarî kirine, muxalefeta li dijî Qanûna Bihejmar 5607 a Têkoşîna li Dijî Qaçaxçitiyê û zimetê” desteserkirine, hatine girtin.
4 polîs hatine girtin
Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, komîser û sivîlek hatin berdan. 29 kesên din ku 3 rojan desteserkirî mane, ji bo îfadeya serdozgeriyê şandin Edliyeya Geverê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, 2 polîs, 5 karmendên gumrikê û 3 sivîl roja yekşemê hatine berdan.
Kar û barên li dozgerî û dadgeriyê duh bi dawî bûye. Ji desteserkiriyan bi giştî 4 polîs, 3 memûrên gumrikê û 6 sivîl hatine girtin û 6 sivîl jî hatine berdan.
(AY)
*Ajansa Mezopotamyayê