Li Geverê, li hewşa welatiyekî teqemeniyek teqiya, kesek birîndar bû

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li taxa Gungorê teqemeniyeka ji demên operasyonan mayîn di hewşa welatiyekê de, teqiyaye û bi teqînê Îbrahîm Akdagê 30 salî birîndar bûye.
Li heman taxê duhî Berat Oktayê 10 salî jî bi teqînekê miribû.
Li ser herdu buyeran Erkan Çapraz bi bianetê re axivî. Çaprazî diyar kir ku di dema derketina derve hatî qedexekirin de yek ji cihên herî zêde şer lê çêbûye taxa Gungorê ye. Li wê taxê gelek xanî xera bûne û teqenî li wê derê hene.
Piraniya niştecihên wê taxê di dema şerî de bar kirine, piştî şerî vegeriyane malên xwe.
Çaprazî diyar kir li Geverê qedexeya derketina derve 78 rojan dom kiriye, piraniya xaniyan xera bûne û 95 kes mirine.
Li Geverê di 30ê Îlona 2017ê de dema Umut Kozayê 5 salî û E.K.yê birayê wî yê 7 salî dilîstin teqemiyek li wan teqiyabû. Umut Kozay miribû, birayê wî birîndar bûbû. (AS/MB)
Wêne: Yaşar Kaplan – Gever/Colemêrg / DHA
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
