Li bajarên Wan, Erzirom, Mûş, Agirî û Qersê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê baranê li Mûş, Erzirom, Xarpêt, Agirî, Ordû û Samsûnê bandor kiriye û gelek tîmên rizgarkirinê û 22 ambulans hatine wezîfedarkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li gelek gundên serbi bajarên navborî ji ber baranê lehî rabûn û xesar li mal û milkê welatiyan xist.
Ji ber barana zêde li navçeya Ebexa Wanê, li navçeya Tetosa Erziromê, li navçeya Milazgira Mûşê, li navçeya Dutaxa Agiriyê û li navçeya Qamûşana Qersê lehî rabû û bû sedema xesar û ziyanan.
Li gundê Baxçeya serbi navçeya Milazgara Mûşê, welatiya bi navê Nazar Karataş a ciwan û dayika xwe bi lehiyê ketin. Nazar Karataş di lehiyê de mir û dayika wê ji lehiyê rizgar bû.
Rêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê daxuyanî da û ji bo tevdîrên baranê banga hişyariyê li Agirî, Çewlig, Erzîngan, Erzirom, Qers, Wan, Mûş, Erdexan, Gîresûn, Ordû, Samsûn, Trabzon û Baybûrtê kir.
(AY)