Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên ked, aştî û demokrasiyê, aşkere kirine ku ew ê j bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê, li gelek bajaran bi daxwaza azadî û aştiyê derkevin qadan. Yek ji daxwazên rêxistinan jî wê çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk be.
Li Wan û Şirnexê wê du mîtîngên cida pêk bên.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê wê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anterî mîtîngekê li dar bixe. Mitîng wê saet di 16.00ê de destpê bike û Koma Sorjiyan û Azad Bedran wê stranan bistirîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan wê beşdarî civînê bibe.
Bi serkêşiya rêxistina Şirnexê ya HDPyê, li navçeya Silopyayê jî bi heman armancê wê mitîngek pêk bê. Mîtîng wê bi slogana “Şer mirin e aştî jiyan e” û li qada Newrozê li dar bikeve. Mîtîng wê saet di 17.00ê de destpê bike û Kadir Çat ve Awazên Botan stranin bistrîn. Her weha wê Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar beşdarî civînê bibe.
Li gorî nûçeya MAyê wê li van bajaran bernameyên 1ê Îlonê pêk bên:
Li Edeneyê li Parka Ataturkî ya navçeya Seyhanê wê roja 1ê Îlonê bi daxwaza “şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin” saet di 17.30 deqîqeyan de civîneke çapemeniyê ya girseyî pêk bê.
Li Stenbolê wê Hêzên Ked û Demokrasiyê li Kadikoyê wê roja 1ê Îlonê civîneke çapemeniyê ya girseyî pêk bînin. Civîn wê saet di 10.00ê de bi daxwaza “Li dijî şer û kedxwariyê em wekhevî û aştiyê dixwazin”
Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê wê li ber Anitparkê ya li navçeya Çankakayê kom bibin.
Li Amedê wê roja 1ê Îlonê li Qada Dagkapiyê civîneke çapemeniyê pêk bê.
Li Rihayê Platforma Ked û Demokrasiyê wê li navçeya Hahîliyê, li Qada Topçûyê civîneke çapemeniyê li dar bixe. Civîn wê saet di 17.30 deqîqeyan de be.
Li Îzmîrê Hêzên Ked û Demokrasiyê whe li Qada Komarê ya Konakê, saet di 19.00ê de civîneke çapemeniyê ya girseyî li dar bixin. Cevdet Bagca wê stranan bistrîne.
Li Mêrdînê li navçeya Qoserê, wê Platforma Ked û Demokrasiyê saet di 17.30 deqîqeyan de li ber Mala Dersdaran civîneke çapemeniyê ya girseyî pêk bîne.
Li Dêrsimê Platforma Ked û Demokrasiyê, bi slogana “Li dijî şer, kedxwarî, mirin û xizaniyê, ji bo aştî û demokrasiyê” wê saet di 17.30 deqîqeyan de li Kolana Hunerê civîneke çapemeniyê ya girseyî pêk bîne.
Li Êlihê Platforma Ked û Demokrasiyê wê saet di 17.00ê de li Parka Ataturkî civîneke çapemeniyê ya girseyî pêk bîne.
Li Mêrsînê Platforma Ked û Demokrasiyê, wê saet di 17.30 deqîqeyan de li Parka Zarokên Azad civîneke çapemeniyê ya girseyî pêk bîne.
Li Bûrsayê Hêzên Ked û Demokrasiyê li Qada Fomarayê wê saet di 19.00ê de civîneke çapemeniy pêk bînin.
Meletî, Semsûr û Dîlok jî di nav de wê li gelek bajaran civînên çapemeniyê pêk bên.
(AS/FD)