Li Fransayê mêran di du mehên destpêkê yên sala 2024an de 31 jin kuştin. Li gorî rapora kolektîf a jinan a bi navê Noustoutesê ku rapora tûndkariya mêran amade dike, her sal tundkariya li dijî jinan zêde dibe. Li Fransayê di sala 2023an de 134 jin hatibûn kuştin.
Îstismara li zarokan
Li gorî nûçeya Kivanç Demîr ku Evrenselê weşiyaye, di lêkolîna rêxistina îstîsmara li zarokan "l'Enfant Bleu / Zarokê/a Şîn" de li Fransayê ji sedî 16ê welatiyên Fransayê diyar kirine ku di zarokatiyê de rastî îstismarê hatine.
Li gorî lêkolîna Navenda Zanistên Mirovî ya Herêma Aquitaineyê ji sedî 85ê transan diyar kirine ku di tevahiya jiyana wan de bi taybetî li kolanan rastî êrîşan hatine.
Li Tirkiyeyê rewş çî ye?
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiya 2023an de herî kêm 333 jin û 28 zarok kuştine.
Disan di heman demê de (1ê Kanûna Paşiyê 2023 - 31ê Kanûna Pêşiyê 2023) Mêran herî kêm tecawiz li 18 jinan kirine, 123 zarok istismar kirine û tacîz li 355 jinan kirine û 28 zarok kuştine. Mêran di sala 2023an de bi darê zorê karê sekse bi 371 jinan dane kirin, hêrî kêm tûndkarî li 745 jinan kirine.
Di sala 2023an de çapemeniyê ji bo mirina herî hindik 270 jinan ku trans jî di nava de bûn, gotiye “biguman e.”
Li gorî zanyariyên çapemeniyê nivîsandiye mêran herî kêm 46 jin di gel ku biryara “parastin” û “jêdûrxistinê” hebûye, kuştine.
(EMK/AY)