Li Filipînan sê kelek noqî avê bûne: 31 kes mirine
Ji ber ba û bahoza zêde, li Filipînan sê kelek noqî avê bûne. di encamê de 31 kes mirine, li sê kesên winda digerin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Filipinan ji ber ba û bahoza zêde, 3 kelek noqî avê bûne ku bi giştî 96 kes di van kelekan de hebûne. Di encama bûyerê de 31 kes mirine, sê kes jî winda ne. Xebatên lêgerînê berdewam dike.
Armand Balilo, Fermandarê Berdevkê Ewlehiya Peravên Filipînan gotiye, rêwî û wezîfedarên din ên di kelekan de hatine rizgarkirin.
Baliloyî diyar kiriye ku du kelek ên rêwiyan bûne û 5 xebatkarên di keleka sêyem de bi saxî ji bûyerê filitîne. (RT/FD)
Çavkanî: Reuters
Fotogra: AA-Arşîv
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.