Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
D.T.ya ku di 13ê Tebaxê de di mudaxaleya polîsan a li ber avahiya Taxa Bahçelîevlerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibû destesrkirin, diyar kiriye ku lêgerîna tazî lê hatiye kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê duh têkildarî mijarê daxuyaniyek daye çapemeniyê û xizmên girtiyên ku rastî tundiya polîsan hatine jî bi nivîskî serî li ÎHDê dane.
Ji mexdûrên tundkariyê D.T ya 17 salî derbarê serpêhatiyên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîye: “Polîsan bi 3-4 kelepçeyên plastîk em desteserkirin û xistin wesayîtê. Di wesayîta desteserkirinê de em rastî heqaretên polîsan hatin. Dema min bertek nîşan da, hatin cem min û tûndkarî bikaranîn.”
“Di birine de dîsa heqaret li min kirin. Dema ez ketim qereqola Bahçelîevlerê gotin ku dê lê bigerin. Pêşî min tiştek negot, min nizanîbû ez çi bikim. Ez birim odeyeke bê kamera û ji min xwestin ku ez cilên xwe derxim. Min nexwest ez derxim. Paşê, dema ku polîs ber bi min ve hat, ez neçar bûm ku ji xwe derxim bikim. Li min lêgerîna tazî hat kirin. Wê gavê min xwe pir xerab hîs kir. Lêgerîna tazî ne qanûnî ye û ez ne biçûk im jî.”
D.T diyar kiriye ku roja piştî desteserkirinê ji bo îfadeyê ew birine Edliyeya Bakirkoyê, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de gotiye ew rastî lêgerîna tazî û tundiyê hatiye û weha gotiye:
“Piştî îfadeya min hat girtin parêzerê min got ‘Em dixwazin gilî bikin’. Ji me re gotin 'Hûn nikarin li vir bidin, biçin daxwaznameyê binivîsin'.
Serlêdanên hiqûqî yên xizmên girtiyên din û D.T.yê wê ji aliyê Şaxa ÎHDê ya Stenbolê ve bên şopandin.(AS/AY)