Li Farqînê heta biryareke din hemû çalakî hatin qedexekirin
Qaymeqamtiya Farqînê bi hinceta salvegera 15ê Tebaxê ku PKKê cara yekem dest bi çalakiyan kiriye, li navçeyê hemû çalakî, meş û daxûyanîdayînê heta biryareke din qedexe kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qaymeqamtiya Farqînê daxuyand ku li navçeyê hemû çalakî û daxuyanîdayînan hatine qedexekirin.
Ji bo qedexekirina çalakî û daxuyanîdayînan, 15ê Tebaxê salvegera destpêkirina çalakiyên PKKê (1984) weke sedem hat nîşandan.
Li gorî daxuyaniya Qaymeqamtiya Farqînê ku di rûpela wan ê fermî de hat weşandin, wê qedexe heta biryarake din dewam bike.
(AS/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.