Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku wê li navçeya Farqînê operasyon çêbibe û ji ber vê jî saet 06.00ê sibehê û pê ed derketina derve hatiye qedexekirin.
Biryara qedexeyê ji bo taxa Çaldereyê û gundikê Kasoyê hatiye standin ku dîroka wê ya qedandinê nehatiye aşkerekirin.
Daxuyanî îro di malpera fermî ya Walîtiyê de hat ragihandin û hat diyarkirin ku biryara qedexeyê di çarçoveya Yasaya Birêvebirina Bajêr ya hejmar 5442yê de hatiye girtin.
Walîtiyê derbarê operasyona ku wê bê lidarxistin de ev daxuyanî da:
“Li herêmên ku wê operasyon li dar bikeve bi armanca ku ewlehiya can û mal û milkên gel bê parastin û ziyan negihêje welatiyên sivîl, di çarçoveya Yasaya Birêveberina Bajêr ya hejmar 5442yê li herêmên ku hatine diyarkirin heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.” (AS/FD)