Li Farqînê çawişekî pispor hat kuştin
Li Farqînê dema ku çawişê pispor Kizil ji wesayita xwe ya taybet dadiket, rastî êrîşeke çekdarî hat û mir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Amedê Farqînê di encama êrîşa çekdarî de çawişê pispor Mehmet Kizil hat kuştin.
Çawişê pispor Mehmet Kizil saet 09.45 deqîqeyan de bi wesayita xwe ya taybet ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglûyê ve diçû û dema ji wesayitê dadiket rastî êrîşa çekdarî hat.
Kizil bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglûyê. Piştî dermankirina pêşiyê ew şandine Amedê.
Lê Kizil digel hemû mudaxeleyan miriye.
Ji bo ku êrîşkar bên girtin li herêmê operasyon hatin destpêkirin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.