Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wekîlê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Garo Paylanî diyar kir ku li gor îstixbaratê sûîkast dê li penaberên ji Tirkiyeyê çûyîn Ewropayê bê kirin. Li ser vê yekê biryara parastina hin kesan hatiye dayin.
Paylanî di 20ê Kanûna Pêşiyê de eşkere kiribû ku rêxistinên îstixbaratê yên Ewropayê jî ji vê yekê agehdar in.
Li gor agahiyên Paylanî dayîn sê kes hene ku ew ji bo sûîkastkirina hin kesan kar dikin. Armanc sûîkasta li wan kesan e ku Tirkiyeyê ew wek hedef nîşan dane û çêdibe sansasyonê çêbikin.
“Li Ewropayê hin kes niho têne parastin û tedbîr hatine standin.
“Min agahiyên li nik xwe dan 3 wezîran û MITê(Rêxistina Neteweyî ya Îstixbaratê).
“Pêşiyê me nezanî em çi bikin em bi dîplomasîyê bi awayekê veşartî agahiyan bidin an jî eşkere bikin paşê me biryara eşkerekirinê da.
Çi bûbû?
Wekîlê HDPyê Garo Paylanî eşkere kiribû ku amadekariyên sûîkastkirina welatiyên ji Tirkiyeyê yên li Ewropayê hene. Emniyeta Giştî ya Almanyayê da zanîn wan hay ji rewşê heye.
Li gor nûçeya Gezal Hacerê ya li Deutsche Welleyê Emniyeta Almanyayê daxuyandiye:
“Me hay ji wê rewşa berbehs heye. Em bi hessasî lê dinêrin. Lê mixabin em nikarin hûrgilî û tedbîran eşkere bikin.”
Garo Paylanî eşkere kiriye, heta niho li Ewropayê ji bo parastina hin kesan biryar hatiye dayin û jimara wan kesan dê zêde bibe.”
Li gor Paylanî dewletê heta niho çavê xwe li kiriyarên hin aliyan girtiye ku ew di amadekariyan de ne.
Di nav wan aliyên ku çêdibe sûîkast li wan bê kirin Elewî jî hene. Serokê Federasyona Elewiyan, Yilmaz Kahramanî gotiye ew jî ji beriya şeş mehan pê hesiyane ku amadekariyên sûîkastkirinê hene.
(EKN/MB)
Ji bo xwendina hemîya hevpeyvîna Îrfan Aktanî bi Garo Paylanî re bi zimanê Tirkî kirî li vê derê bitikîne.