Sibê (25ê Gulanê) di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Erdîşa Wanê wê mîtîngek bê lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di 25ê Gulanê de dê li navçeya Erdîşê bi dirûşma “Her dem kurdî her der kurdî” mitîng bê lidarxistin.
Mitîng li Fener Alayi ya li Taxa Sahîl Kentê saet di 10.30an de dê pêk were. Her weha Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê mîtîngê organîze dikin.
dirûşma mîtîngê jî “Her dem kurdî her der kurdî" ye.