Fotograf - Çavkanî: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Erdexanê berf, li Erzerom û Qersê jî sermaya zêde bandoreke neyênî li jiyana rojane dike.
Li Erzeromê bi şev pîleya germahiyê bûye di bin sifrê 7 û ji ber vê rewşê, camên mal, kargeh û wesayitan bûz girtiye.
Ji ber hewaya sar, li hin park û bexçeyan li ser bank û gîhayan xûsik bariye.
Li Navença Kaşûnê ya Palandokenê bilindahiya berfê gihîştiye 20 santîmetreeyan, li ya Konakliyê jî 9 santîmetre yê.
Qers
Li Qersê jî ji ber sermahiyê li ser bank û gîhayan xûsik bariyaye û camên wesayitan bûz girtiye.
Bi barîna berfê re gundê Bogatepeyê yê bi ser navendê ye hin welatî bi hesp bi kaşkaşokan ve girê dane û bi wan derketine geştê.
Li navçeya Qamûşanê jî bi şev pîleya sermahiyê bûye di bin sifrê 7 û xûsik bi ser dar û gîhayan de bariyaye. Beşeke mezin ji Çemê Acisûyê qeşa girtiye.
Erdexan
Bandora berfê û sermê li Erdexanê dewam dike.
Ji ber sermê, navenda bajêr qeşa girtiye. Digel barîna berfê hin welatî li derve pezên xwe çêrandine.
Li gorî texmînên Midûriyeta Gişti ya Meteorolojiyê, li gelek deverên navîn û rojavayê Tirkiyeyê wê ewrên perçe perçeyî hebin, li cihên din jî hinek ewr wê hebin lê bi giştî wê sayî be. Çav li rê ye ku di saetên sibehê û yên şevê de li Marmara û herêmên navîn û rojhilatê de mij û moran hebe.
Li gorî texmînan germahî li rojhilat 4-6 pîleyan ji rewşa asayî zêdetir be û li cihên din jî li gorî rewşa asayî be. (TY/FD)