Li Enqereyê rêveberên Halkevlerî hatine desteserkirin
Li Enqereyê polîsan operasyon birine ser şaxên Halkevlerî yên li Enqereyê û serokên navçeyên Mutlu, Tuzluçayir, Keçioren û Eryamanê hatine desteserkirin. Li navçeyên Tuzluçayir, Keçioren, Eryaman, İlker û Mutluyê jî polîsan lêgerîn kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di encama operasyona li Enqereyê de polîsan serokên Halkevlerî yên şaxên Mutlu, Tuzluçayir, Keçioren û Eryamanê desteser kirine.
Polîsan bi ser şaxên li Tuzluçayir, Keçioren, Eryaman û İlkerê de girtine. Yek ji cihên ku polîs bi ser de girtine şaxê Mutluyê yê ku demeke berê bi hinceta perwerdeya bêdestûr tê dayîn, polîsan ev der girtibû.
Polîsan destûr nedane ku di dema lêgerînê de endamên Lijneya Birêvebiriya Navendî ya Halkevleriyê bikevin nava avahiyan.
Halkevlerî derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku “Em dizanin, ji ber nasnameya muxalif a Halkevlerî ev lêpirsîn tê kirin. Sedema vê lêpirsîn ê ew e ku digel mohrkirina bêhiqûqî jî têkoşîna mafên gel bênavber berdewam dike.” (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.