Li Altindag, navçeya Enqereyê îşev kûçikên mirî di kîsik û çalan de hatin dîtin.
Li gorî rojnameger Umut Taştan ragihandiye, parêzvanên mafên ajalan li ser agahiya ku Şaredariya Altindagê ya AKPyî kûçik kuştine çûn herêmê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Kocayê jî dîmenên kûçikên hatine kuştin parve kir û got ku ew nikarin xwe bigihînin rayedaran.
Kocayê diyar kir û got: “Yên ku dibêjin ‘Me otenazî ji qanûnê derxist, derewên qetlîamê nekin’ ka hûn li ku ne? Ev dîmenên kûçikên ku di gorên ajalan ên ku we vekirin de ne.
Yek ji parêzvanên mafên ajalan ên li herêmê diyar kir ku kûçikên hatine kuştin bi taybetî "cînsên qedexekirî" ne.
Niğde Belediyesi’nden sonra şimdi de Ankara Altındağ Belediyesi’nde toplu hayvan mezarları açıldığı ve köpeklerin katledildiği iddiası var.
— Perihan Koca (@PerihanKoca) August 8, 2024
İddia üzerine hayvanseverler, hayvan hakları savunucuları saatlerdir Altındağ’da olay yerindeler, olay yerinde ölmüş hayvan kokusundan… pic.twitter.com/ki8nFAEcZy
(NK)